Rojnamevan Şêxo: Rewşa Penaberên Rojavayî Pir Xirab e

Kurdistana Sûrîyê van demên dawîyê,ji qonaxeke dijwar derbaz dibe. Ji alîyekî êrîşên komên çekdar yên nêzîkî El Qayde, ji alîyekî din ambargoya ser herêmê jîyana Kurdan zehmetir dike.

Di nav hefteyekê de bi hezaran Kurd koçber bûn û derbazî hêla Herêma Kurdistanê bûn.

Rojnamevan Zekî Şêxo serdana penaberên li bajarokê Arbat kir û çavdêrîyên xwebi me re parve kir.

Birêz Şêxo dibêje, rewşa Kurdên penaber pir dijwar e û gelek ji wan ji neçarî hatine Herêma Kurdistanê.

Şêxo daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku derî jibo bazirganî û hatin-çûnê veke ku gel pêdivîyên xwe li Rojava peyda bike û cîh û warên xwe neterkîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Zekî_Şêxo_8_22_13_RR