HSD li Gor Biryara Civaka Navnetewî Zarokên Leşker ji Nav Refên Xwe Dûr Dixe

Zarokên Tevlî Nava Refên HSDê Dibin

Ji bo parastina zarokên ku tevlî nav refên Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê bûne, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendeke taybet ji bo parastina wan zarokan avakir.

Plana kar ya Hêzên Sûriya Demoqiratîk HSDê bi Netewên Yekbûyî re îmze kir bû cibicî dike, ku ji 20 meha cotmeha vê salê ta niha bingehên parastina zarokan 20% ji zarokên tevlî refên HSDê bûyî ji nava HSDê hatine dûrxistin.

Li gor Mirhef Ebdelah hevserokê bingeha parastina zarokan di Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji Dengê Amerîka re ragihand û got "Hemî zarokên di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk de hatine dûrxistn".

Hêzên Sûriya Demokratîk dê navendên fermî ava bike jibo yên dixwazin tevlî hêzên wan bibin, ji bo rê li pêşiya tevlîbûna zarokan bigire yên ku bi awayekî ne fermî tevlî xizmeta leşkeriyê dibin û ji qunaxa dûrxistina zarokan ji nav refên hêzên xwe derbasî qunaxa rawestandina tevlîbûna zarokan bibe.

Li gor Mirhef Ebdelah ji Dengê Amerîka re axivî û got "Di sala pêş de dê HSDe li gor pirensîpên navdewletî kar bike".

Navenda Parastina Zarokan di rewşa şer de, li Bakurê Rojhilata Sûriyê dê di pêşerojê de kongireke navdewletî lidarxe ji bo danîna stratejiyeke li gor pirensîpên nadewletî.

Hêjayî gotinê ye ku di salên borî de gelek gilî li Hêzên Sûriya Demokratîk hatine kirin ku zarokan çekdar dike, ku dadgeha Cezaya Navdewletî çekdarkirina zarokên li jêr jiyê 15 saliyê de weke tawana şer dibîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Raqa 27 12 2020