Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê û Desteya Karûbarên Civakî çalakîyek bîranînê jibo zarokên Efrînî ku di topbaran bajarê Til Rifet de jîyana xwe ji dest dabûn, pêk anî.
Di encama topbarana artêşa Tirkîyê ya 2yê Berfanbara 2019an de 11 derbiderên Efrînî li bajarokê Til Rifet hatibûn kuştin ku 8 ji wan zarok bûn.
Di çalakîya bîranînê de tevî malbatên zarokên cangorî, bi dehan şênî ber bi goristana zarok lê hatine axspartin ve meşîyan, wêneyên wan hildan û hevrêyên wan zarokan kulîlik danîn ber goran.
Beşdarên çalakîyê xwestin mafê zarokan were parastin û ji şer bên dûrxistin ku çênabe bên armancgirtin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku pirtir ji 100 derbiderên Efrînî yên ji cîwarê xwe hatine dûrxistin, li Herêma Şehba û di nav de bajarê Til Rifet dimînin.
Ev herêm her demekê ji alîyê artêşa Tirk û komên çekdar ve tê topbaran kirin û pir caran jî sivîlên Efrînî yên derbider dibin qurbanî.
Your browser doesn’t support HTML5