Di Nav Şerê Navxweyî li Sûrîyê de Dîyardeya Zarokên Bê Nasname

Li kampên Hol, Roj û çend deverên din li bakur û rojhilata Sûrîyê û herwiha li Îdliba bakurê rojavayê Sûrîyê, bi hezaran zarokên bê nasname hene.

Ew zarokên bê nasname ew in yên ku dê û bavên wan bîyanî ne yan bavên wan bîyanî ne ku ji sala 2012’an ve bi qaçaxî derbazî Sûrîyê bûne. Ji destpêka şerê Sûrîyê ve ev yek derketîye holê û niha êdî bûye pirsgirêkeke demdirêj.

Ev kesên bîyanî bi armanca “cîhadê” derbazî Sûrîyê bûn, tev li komên terorîst bûn û bi awayekî neqanûnî zewicîn.

Jiber van zewacên nefermî, zarokên wan kesan ji hemû mafên xwe yên wekî perwerde, lênerîna saxlemî û azadîya tevgerê bêpar mane. Çavdêr û rêxistinên mirovî jî dibêjin ku ev zarok di nav civakeke tund û mercên dijwar de dijîn, û ev yek dibe egera siberojeke metirsîdar û nedîyar jibo wan.

Bakur û rojhilata Sûrîyê

Tevî derbazbûna nêzîkî pênc salan li ser têkçûna rêxistina DAIŞ’ê li Baxoza Dêrezorê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Koalisyona Navnetewî, hîn jî ne pêkan e ku zarokên malbatên bîyanî yên rêxistinê belgeyan bi dest bixin.

Karbidest dibêjin ku naskirina nasnameya zarokan yaa rast karê herî dijwar e, jiber ku piranîya dayikan bi zêdetirî mêrekî ji netewên cuda re zewicîne. Herwiha bav yan hatine kuştin, yan di girtîgehan de ne, yan jî dev ji zarokên xwe berdane.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê dibêje ku ew herdem têkilîyan bi welatên bîyanî re dikin da ku belgeyên fermî yên van zarokan û dayikên wan bidin wan. Ew dide zanîn ku ev yek weke gava destpêkê ye ku paşre wan vegerînin welatê bavê wan yan welatê dîya wan.

Xalid Omer, yek ji karbidestên Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, dibêje pêwîst e ew zarok vegerin welatê bav an dîya xwe.

“Ev kes bermahîyên şer in. Jin û zarok in, gerek e ji vê hewaya tundûtûjîyê derkevin, jiber ku di hundirê kampan de gelek zehmetî hene û zarok li ser tundîyê tên perwerde kirin, lewma gerek di nava civakeke xwezayî de jîyan bikin,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Mafê wan li gor qanûnê

Li gor Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafê her zarokekî heye ku nasnameya wan hebe. Li gor xala 8’an ya Peymanê, “divê alîkarî û parastina guncav ji zarokan re were pêşkêş kirin ku jinûve nasnameya xwe bi lez û bez tekez bikin.”

Li gor qanûna Sûrîyê, zarokên ku dayîkên wan Sûrî ne û bavên wan bîyanî ne, eger li Sûrîyê ji dayik bûne, mafê wan heye ku nasnameya Sûrîyê wergirin. Li bakur û rojhilata Sûrîyê nasnameya taybet tune ye, tenê nasnameya Sûrîyê tê bikaranîn.

Parêzer Xalid Omer dibêje ku pêkanîna vê yasayê jiber çend sedeman li ser van zarokan cîbicî nabe.

"Ev mijar ne tenê mijareke yasayî ye, biryareke sîyasî jê re divê. Herwiha aramîyek ewlekarî jê re divê, piştre divê were piştrast kirin ku ev zarok yê vê dayikê ye, dibe ku ew zarok ne yê wê dayikê be jî. Ev mijarek ne hêsan e."

Çareserî tune ye

Jibo kesên ku nasnameya ti welatekî bi wan re tune ye û belgeyên wan yên fermî tune ne, gelek nav ji alîyê rêxistinên navnetewî ve li wan kirine. Wekî mînak, pêgehên "kesên bê nasname", "kesên nedîtî" û "koma herî lawaz û çewisandî" tên jibo danasîna van kesan tên bikaranîn.

Lê li Sûrîyê ne Rêvebirîya Xweser maf heye ku belgeyên fermî bide bîyanîyan, ne jî her rêxistinên wekî Heyet Tehrîr el Şam li Idlibê dikare vî tiştî bike. Tenê rejîma Sûrîyê desthila heye vê yekê bike, lê jiber şerê navxweyî ew belgeyên jidayîkbûnê nade bîyanîyên li derveyî deverên kontrola Şamê dimînin.

Rêxistinên civaka sivîl dibêjin ku jibo pirsgirêka van zarokan çareserîyeke navnetewî pêdivî ye.

Solnar Mihemed, endama rêxistina NextStep, dibêje ku “çareserîya serekî ji van zarokan re ew e ku vegerin welatê xwe, lê heta ku vegerin welatê xwe pêwîstîya wan bi çareserîya rewşa wan heye, hem ji alîyê parastinê ve, hem ji alîyê xwendinê. Ev yek ji desthilata xwecîhî tê xwestin, ji rêxstinên xwecîhî û navnetewî û dewletên van zarokan tê xwestin.”

Herjmar

Li gor hejmarên herî dawî, piştî derketina hejmarek ji malbatên Sûrî û Îraqî ji kampa Holê, niha dora 51,000 kes lê dijîn. Ji wan dora 25,000 zarok in.

Wekî din, dora 8,000 jin û zarok ku ji 60 welatên bîyanî ne, li beşekî taybet yên kampê dijîn.

Zarokên jêr 12 salan bi jinên bîyanî yên li nav kampan re dijîn. Yên mezintir ji dayikan tên qut kirin û di navendên taybet yên perwerdeyê de tên bicîh kirin, da ku ji nav civaka terorîst derkevin û ji jinên DAIŞ’ê yên ku wan jibo berjewendîyên fîzîkî û seksî bi kar tînin, werin parastin, li gor karbidest dibêjin.

Li navendên perwerdeyê dora 300 zarokên ji 12 heta 18 salî hene.

Desteya Karê Derve ya Rêvebirîya Xweser dide zanîn ku ji meha yekê ya 2023an ve heta destpêk Tîrmehê ve, 262 zarok û 103 jin ji kampên Roj û Hol hatine radest kirin welatên wan. Herî dawî Fransa vê hefteyê 25 jin û 10 zarok ji Rêvebirîya Xweser wergirtin û veguhestin Fransayê.