Zewicandina Zarokan li Bakurê Sûrîyê Zêde Dibin

Your browser doesn’t support HTML5

Zewaca di temenê zaroktîyê ki kampên derbider û koçberan li herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê zêde bûye. Wefa Mihemed ya 17 salî di 13 salîya xwe hatiye zewicandin û niha ligel malbata xwe li kampa Waşûkanî dijî.

Li gor Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, tevî hemû kempeynên hişyarkirinê û hewilên bidawîkirinê wê pirsgirêkê zewicandina zarokan li kampan zêdetir dibe. Çavdêr dibêjin ku jiber xizanî û mercên jîyana dijwar sedema serekî ya vê pirsgirêkê ye.