Karbidestên kampên derbiderên bajarê Serêkaniyê dibêjin, rewşa tenduristiyê di nava kampan de metrisîdare, bi taybetî dinava zarokan de.
Li gorî rêveberên kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên taybet bi koçberên Serêkaniyê û gûndewarê wê diyar dikin ku di vê dema dawî de zêdeyî 50% ji zarokan tûşî nexweşiyan bûne.
Rêvebera Kampa Waşûkanî Stêra Reşik ji Dengê Amerîka re ragihand û got, '' Di kampê de 7504 zarok hene, pêtirî nexweşiyên di nav wan de belav bûne nexweşiya Laşemaniya û zikêşî ye.''
Reşik agahiyên zêdetir dan û got ''alîkariyên rêxistinên mirovî yên di kampê de kar dikin rewşa mirovî û tendursitî têr nake, bi taybetî ku destpêka demsala xwendinê ye,û 3500 xwendekar hene''.
Li aliyekî din ne guhdana ji aliyê rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve û alîkariyên kêm ji bo her du kampên penaberên Serêkaniyê pirsgirêkên penaberan kûr dike.
Li gorî rêxistinên herêmî yên di nava her du kampan de kar dikin sedema sereke ya belvabûna nexweşiyan ava ne baqije ku bi kêrî şûştin û vexwarinê nayê.
Endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Enter Sîno dibêje, '' Rojane derdora 80 zarokî serlêdana kilînka Heyva Sor a kurd dikin''.
Dr. Enter Sîno tekiz dike û dibêje, ''piraniya nexwişiyên di nava zarokên her du kampan de belav bûne ji ber ku ava nebaqij bi kar tînin.''
Li gorî serjmaran di her du kampên Serêkaniyê û Waşûkanî de derdora 26049 kes dijîn, di nav vê hejmarê de nêzî 12 hezar zarokin ku temenê wan ji yek salî heya 17 salî ye.
Li gorî rêveberên kampên derbiderên Serêkanîyê ji ber ku ev her du kamp neketine listeya alîkariyên mirovahî yên Netewên Yekbûyî û danasîn bi wan nehatiye dan alozîya saxlemî ya zarokan kûr dike, û pêdivî bi alîkarîyê heye.
Your browser doesn’t support HTML5