Rewşa Nezelal ya Santrala Navokî ya Zaporizhzhia ya Ukrayna Didome

Berpirsê IAEA Rafael Grossi û pisporên IAEA serdana santrala navokî ya Zaporizhzhia ya li başûrê Ukrayna dikin, 1 Îlon, 2022

Karbidestên Rûsî îro Duşemê ragihand ku rewşa li der dora santrala navokî ya Zaporizhzhia ya li başûrê Ukrayna bi giştî aram e.

Vladimir Rogov, karbidestekî alîgirê Rûsyay ê li herêma Zaporizhzhia, got ku îro ti topbaran û êrîş çênebûne.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Rûsî TASS ragihand ku doh şev li bajarê Energodar sê teqînên bihêz hatin bihîstine; bajarê ku santrala Zaporizhzhia lê ye û niha qedexeya derketina derve heye.

Ajansa TASS’ê herwiha got ku di derbarê zarar û ziyanên canî de ti agahî nehatiye girtin.

Ajansê bi berdewamî ragihand ku hêzên Ukraynî du caran hewil dane ku tîmên êrîşkar li dora bajêr bi cîh bikin û wan dron, topên giran û sîstemên avêtina rokêtan bi kar anîne.

Li alîyê din, Ukrayna jî ragihand ku li ser pira Antonivsky ya nêzî bajarê Kherson çend peqîn qewimîn.

Ukrayna ragihandibû wê di van hefteyên borî de bi êrîşên mûşekî zarareke pir giran dane pira Antonivsky, lê hêzên Rûsî hewl didin ku wê çêkin ku peydakirina pêdivîyên bo yekîneyên xwe yên li rexê rast yê çemê Dnipro bidomînin.

Rogov, Rogov hevdem da zanîn ku tê çaverê kirin ku pisporên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) herî kêm heta dawiya îro li santralê bixebitin.

Kompanîya navokî ya dewleta Ukrayna Energoatom îro Duşemê ragihand ku tê çaverêkirin ku du endamên IAEA wê li santrala navokî bi daîmî, bimînin.
Energoatomê herwiha got ku çar nûnerên din ya ajansê ji santrala navokî derketine.

Pispor û çavderên IAEA di 1’ê Îlonê de serdana kargeha navokî Zaporizhzhia ya li başûrê rojhilata Ukrayna kirin û xeterîya belavbûna radyasonê û rewşa ewlehîyê nirxandin.

Berpirsê IAEA Rafael Grossi piştî serdanê dîyar kir ku IAEE wê li santrala navokî bimîne, lê wî eşkere nekir ku heta kengî.

Zaporizhzhia, ku navenda navokî ya herî mezin ya Ewrupa ye, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûsî.

Jiber ku ew navend nêzîkî enîyên şer e, di demên dawî de fikar çêbûne ku malwêranîyeke navokî li wê derê biqewime.