Zanîngeha Cambridge Dê di Sala Pêş de Hemî Dersan ji Înternetê Bide

Zanîngeha Cambridge ya Brîtanya, ku yek ji zanîngehên li cîhanê navdar e, ragihand ku di sala pêş de jî ewê perwerdekirina rû bi rû nekin û hemî dersan ji ser înternetê bidin.

Wê zanîngehê jiber vîrusa korona di meha Adarê de derîyên kampusên xwe girtibûn û dîyar kiribû ku ewê dest bi perwerdekirina ji înternetê bike.

Berpirsên Zanîngeha Cambridge dibêjin ku wan jiber parastina mesafeya civakî biryar dane ku ji ser înternetê dersan bidin û dîyar dikin ku ger tedbîrên dijî vîrusa korona dûre biguherin ewê jinûve biryara xwe binirxînin.

Cîgirê Rektorê Zanîngeha Camridge Stephen Toope da zanîn ku divê ew bi baldarî li rewişa şewba vîrusa korona binêrin û divê jîyana zanîngehê jî ya li derve jî xwe li gor şertên nû biguherîne.

Zanîngeha California State ya li Amerîka jî dîyar kiribû ku ewê di sala pêş de perwerdeya rû bi rû nekin.