Rêvebirîya Xweser Zagona Ragihandinê Erê Dike

Di 20’ê vê mehê de Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser Zagona Ragihandinê erê kir ku maf û erkên rojnamevanan destnîşan dike.

Hevserokê Ofîsa Ragihandinê li herêma Cezîrê Riyad Yûsif ji Dengê Amerîka re got ku ji 6 mehan zêdetir e ku ew li ser amadekarîyên vê zagonê dixebitin.

Rojnamevanên xwecîhî dibêjin ku ew di derbarê vê gavê de geşbîn in, lê ew dîyar dikin ku heya kîjan radeyê ev zagon wê pêk were.

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman dibêje ku wan salekê berê li ser reşpelika zagonê gotûbêj kirine û niha giheştine vê qonaxê. Ew hêvî dike ku zagon di demeke kin de bi cîh were.

Li alîyê din, hin rojnamevan di wê bawerîyê de ne ku zagona girîng e, lê ya herî girîng pêkanîna wê ji alîyê dadwerîyê ye ku rojnemevan rastî astengîyan neyên û mafê wan were parastin.

Berpirsê beşa têkilîyan yê dezgeha Arta Ciwan Nebî dibêje ku ew pir girîngiyê didin vê zagonê jiber ku ew bibû cihê gotûbêjan. Nebî jî bal dikşîne ku tiştê herî girîng pêkanîna wê zagonê ye.

Zagona ragihandinê ya Bakur û Rojhilataê Sûrîyê ji 7 dergehan û 14 babetan pêk tê û maf û erkên rojnemvanan û dezgehên ragihandinê dîyar dike.

Ew qanûn di heman demê de karê ragihandinê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê zelal dike û mekanîzmaya sitandina destûrnameyê dîyar dike

Li gor serjimarîyên fermî yên Rêvebirîya Xweser 1153 rojnemevan û karmendên ragihandinê li herêmê hene ku di 104 dezgehan de dixebitin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_05_21_2020_Zagona_Ragihandinê