Zagona Sansurê li Parlamana Tirkîyê Hate Protesto Kirin

Qanûna Medya Civakî do Sêşemê li parlamana Tirkîyê careke din hate rojevê.

Sê meh berê ev zagona ku wek “Qanûna Sansur” tê rexne kirin, hatibû pêş parlamentoyê.

Li ser vî jî di nav parlamentoyê de xebatkarên medyayê çalakî li dar xistin.

Rojnamevanan maskêyê reş dan ber devên xwe û çûn nav parlamentoyê û li civata giştî rûniştin. Parlamenterên opozîsyonê jî “Ji Qanûna Sansurê Re Na” pankartên destên xwe rakirin û piştgirî dan çalakvanên medyayê.

10 rêxistinên medyakarî jî li nav hewşa parlamentoyê preskonferansek pêk anî.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Şevîn Coşkun, parlamenterê CHP’ê yê Enqerê Tekîn Bîngol, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Yuksel Mansur Kiliç, parlamenterê DEVA’yê yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu jî piştgirî dan rojnamevanan.

Qanûna Medya Civakî, ji alîyê opozîsyonê ve jî hate rexne kirin. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got ku hikûmet bi vê qanûnê dixwaze dengê medya azad qut bikin.

“Bi qanûna sansur dixwazin ku dengê medyayê qut bikin. Lê medyaya ku di bin kontrola desthilatîyê de ye, ji alîyê çeteya pêncqolî ve tê fînanse kirin. Medya desthilatê jî piştgirî dide vê çeteya pêncqolî. Niha jî rabûne medyaya ku azad bifetisênin û dengê wan bibirin.”

AKP û MHP dixwaze ku bi Qanûna Nûçegîhanîya Înternet û Medya Civakî dezgehên medya civakî têxe bin kontrola xwe.

Desthilatî her çiqas vê qanûnê rêkûpêkirina medyayê nîşan bide jî, rêxistinên medyayê û opozîsyona Tirkîyê vê yeke wek “Qanûna Sansur” bi nav dikin û dijî wê derdikevin.

Di vê qanûnê de babeteke balkêş heye ku ew jî pêşîgirtin û belavkirina nûçeyên derewîn e. Lê, di Zagona Bingehîn ya Tirkiyê de ravekirina “nûçeyên derewîn” tuneye loma jî rêxistinên medyayî radigihînin ku desthilatî bi vî hincetê dikare her tiştî wek weşandina nûçeyên derewîn dîyar bike.

Li gor vê pêşnîyara Qanûna Medya Civakî, ger nûçeyeke derew were weşandin, ew kes dikare ji yek heta sê salan cezayê zindanê bigire.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_05_10_2022_Qanûna_Medya_Civakî