Kurtulmuş jibo Zagona Bingehîn ya Nû bi DEM Partî re Hevdîtnek Pêk Anî

Di rojeva meclîsa Tirkîyê de ana guherandinên di Zagona Bingehîn de cî digrin. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, bi partîyên ku grupên wan di parlemanê de hene re dest bi civînan kir.

Kurtulmuş, îro bi hevserokên giştî yên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmoğullari û heyeta DEM Partî yê re civîya. Kurtulmuş wê li gel Partîya Saadetê û Partîya Baş jî hevdîtinan çêke.

Berî DEM Partîyê, Kutulmuş bi Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel hevdîtin çêkiribû.

Zagona Bingehîn ya Tirkîyê piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an de, di sala 1982yan de ji alîyê leşkeran ve hatibû danîn. Di hin madeyan de guherandin bibe jî lî ev Zagona Bingehîn hê di bin demxeya leşkeran de ye.

Wisa xuya dibe ku îro di hevdîtina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî CHP Ozgur Ozel de jî guhêrandina Zagona Bingehîn dê mijareke sereke be.

Li gor Zagona Bingehîn ya heyî Erdogan careke din nikare bibe namzedê serokomarîyê.

Şarezayê Zagona Bingehîn Prof. Dr. Ozan Ergul van daxwazên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya ser guherandina Zagona Bingehîn bi şiklekî teqdîqî dibîne. Ew van gotûbêjan ji bo ku car din rêya Erdogan were vekirin dîyar dike.

Ozan Ergul dibêje, “Ez difikirim ku motîvasyona bingehîn a guhertina Zagona Bingehîn ew e ku dema serokatîya Erdogan hinekî dirêj bikin ku ew careke din were hilbijartin. Heke tiştekî wisa were çêkirin ew gav rêya ku girtîye wê jê re vebe.”

Heta dawîya meha Gulanê ev serdanên Kurtulmuş dê berdawam bikin. Kurtulmuş, piştî van serdanan wê ji partîyan daxwaz bike ku xebatên xwe di vê havînê de temam û pêşkêş bikin. Heke partîyên sîyasî van xebatên xwe xilas bikin wisa dixwîye ku dê dewra nû ya parlementoyê de ji bo guherandina Zagona Bingehîn komîsyona hevpar were amadekirin.

Heta niha ti partîyên sîyasî dijî guhêrandina destûra bingehîn derneketine. CHP yekser erê neke jî lê Ozgur Ozel radigîhine ku pêwîstîya Tirkîyê bi zagona bingehîn ya nû heye.

DEM Partî, ku sêyemîn partîya mezin ya parlementoyê ye ew jî heta niha dij derneket. Di hevdîtina Kurtulmuş û heyata DEM Partîyê de jî tiştekî neyînî dîyar nabû. Daxwazê DEM Partîyê ewe ku bila hikûmet vê yekê neke qurbanîya berjewendîyê xwe.

Piştî Meral Akşener, Musavat Dervîşoglu bû Serokê Giştî yê Patîya Baş. Dervîşoglu jî dema dest bi erka xwe ya nû kir, ragihand ku heke Tirkîye berbi demokrasîya parlemanîyê ve biçe ewê jî erênî temaşe bikin. Partîya Saadetê jî heta niha dijî guhêrandinê nesekinî ye.

Hin kes vê yekê erênî bibînin jî lê gelek kes di warê guherandinê de zêde bi hêvî nîn in.

Yek ji van jî zanyarê sîyasî Berk Esen e. Berk Esen di vî warî de hestê xwe ji Dengê Amerîkayê re parvekir.

Berk Esen got, “Ji ber ku ji bilî CHP’ê hê jî pêkan nîne ku partîyên din bi hev re bibin yek û guherandinê çêkin. Partîyên ku di lîstên CHP’ê de ketin hilbijartinê ew ana cuda difikirin. Erdogan bivê nevê wê pêşnîyareke bike ji bo Zagona Bingehîn ya nû. Lê ez dema bi tevahî temaşe dikim îhtîmaleke guherandinê kêm dibînim.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_ 05_02_2024_DEM_Kurtulmus