Yurtdaş: Serketina Kurdan di Hilbijartinan de Bûyerek Dîrokî ye

Li gor encamên hilbijartinên giştî li Tirkîyeyê, 36 namzedên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê dibin endam di parlamentoya Tirkîyê de.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Sedat Yurtdaş Parlamenterê berê yê Partîya Demokrasî (DEP) dibêje, di dîroka Komara Tirkîyê de cara yekemîn e ku Kurd hejmarek bilind û bi şertên zûr ve ji bo parlamentoyê nûnerên xwe derxistine. Birêz Yurtdaş dibêje, serketina Kurdan di hilbijartinên 12’ê Hezîranê de ji bo yekîtî, maf û azadîya Kurdan gavekê pir girîng e.

Di nav namzedên serkeftî yên Bloka Ked de şeş girtîyên Doza KCK jî hene. Avukat Yurtdaş dibêje, namzedên girtî “dengê gel stendine û ji ber vê yekê divê nûneratîya wan bê qebûl kirin.”

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Yurtdaş re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.