Xelatgirê Nobelê Mihemed Yunus îro Pêncşemê piştî karvekişîna Serokwezîra berê Şêx Hasîna û derketina wê ji welêt, jibo rêberîya hikûmeta demkî bike vegerîya Bangladaşê.
Yunus yê 84 bi firokekê ji Parîsê rabû li Firîngeha Navneteweyî ya Hasrat Şahjalal daket. Rêberê Artêşa Bangladaşê General Waker-Uz-Zaman û hin karbidestên din yên payabilind yên leşkerî çûn pêşwazîya wî.
Hin alîgirên Yunus gurzek kulîlk dan destên wî.
Çaverê ye Yunus îşev wek rêberê hikûmeta demkî sond bixwe.
Yunus li firîngehê di preskonferansekê de got ku îro jibo wî rojeke taybet e.
‘’Bangladeş rojeke nû ya serketinê çêkir û careke din serxwebûna xwe bi dest xwe xist.’’
Ew piştî Şêx Hasîna jiber protestoyan karvekişîna xwe ragihand û ji welêt derket ji alîyê rêberê leşkerî ve hat erkdar kirin.
Girjîya bi protestoyan ser kotaya kar ya hikûmetê destpê kir, ser binpêkirina mafên mirovan û îdiayên derbarê sextekarîyên di hilbijartinan de veguherî muxalefeteke berfireh.
Di hefteyên pêşî yên protestetoyan de pirtir ji 300 kes hatin kuştin.
Zaman do Çarşemê dîyar kir ku ewê berpirsên pêlên dawî yên tundûtûjîyan hesêb bidin.
Serokomarê Bangladaşê Mihemed Şahabudin, ku di vê rewşê de rêberekî merasîmî ye, roja Sêşemê parlaman betal kir.
Bi vê gavê rê li ber Yunus vebû ku ew jibo hikûmeta demkî rêberîyê bike, lê hîn eşkere nebûye ku ewê hilbijartinên nû çi wext çêbin.
Aborîzan û banker Yunus, ku sala 2006’an bi rêka Grameen Bank bi xebatên xwe yên ser mîkrokredîyan Xebata Aştîyê ya Nobelê Sitand, bi hewildanên ser kêmkirina feqîrîyê tê nas kirin.
Yunus di daxuyanîya xwe pêşî de jiber rola xwendekaran ya di protestoyan de pesna wan da û banga aramîyê kir.
Wî dîyar kir ku divê tundûtûjî raweste û divê ew bala xwe bidin ser avakirina welêt.
Di vê gavê de, ku welat derbazî hikûmeta demkî dibe, Partîya Neteweperwerên Bagladaşê (BNP) li Dakka mîtîngek çêkir.
Serokwezîra berê Khaleda Zia, ku demeke kin berî niha ji hepsa malê derket, serkêşîya mîtîngê kir.
Zia, ku ji 2001 heta 2006’an serokwezîrî kiribû, sala 2018 jiber sûcê perexwarinê 17 sal cezayê girtîgehê sitandibû.
Partîya Zia îdia dike ku tawanbarkirinên dijî Zia sîyasî ne.
Serokwezîra berê Hasîna ya 76 sal di hilbijartinên serê salê de cara 4’an hat hilbijartin, lê jiber kêmahîyên di hilbijartinan de ew hat rexne kirin.
Amerîka û Brîtanya encamên hilbijartinên Bangladeşê şermezar kiribûn.
Dakka roja Çarşemê li gor bûyerên tundûtûjîyê yên vê dawîyê di rojeke aram de bû.
Dîmen nîşan didin ku xwendekarên dilxwaz sûkan pak dikin û kêm polîs li qadan disekinin.
Hin agahîyên vê nûçeyê ji AP, AFP û Reuters hatine wergirtin.