Yunanistan û Tirkîye Ser Kêmkirina Girjîyê Danûstandinê Dikin

EU-SUMMIT/

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir Yunanistan dixwaze derîyê dîyalogê yê bi Tirkîyê re vekirî bihêle.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ragihand.

Yunanistan û Tirkîye di NATO'yê de hevbend in, lê herdu dewlet ser sînorên derya, esman li hev nakin û bo çavkanîyên enerjîyê û Qibris jî dikevin nîqaşan.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje li gor qanûnên navneteweyî divê giravên li Ege bê çek bin, lê Yunanistan wan îdîayan red dike.

Mitsotakis li Qibrisê dîyar kir ku hiqûqa navneteweyî berevanîya mafên Yunanistanê dike û da zanîn ku ew dê li gor dîplomasîyê tevbigerin.

Wî da zanîn ku di rewişa herî dijwar de ew dê derîyê dîyalogê yê bi Tirkîyê re vekirî bihêlin.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî ragihand ku wezîrên berevanî yên Tirkîye ê Yunanistanê do Pêncşemê li Brukselê kom bûne û bo kêmkirina girjîyê danûstandin kirine.