Rûsya Biryara Girtina Hevjîna Navalny Lîderê Koçkirî yê Opozisyonê Dide

Yulia Navalnaya (Navendê) hevjîna Alexey Navalny rikeberê Kremlinê yê koçkirî

Li gorî nûçeya rojnameya Financial Times ya Brîtanî, dadgehekê li Moskowê hevjîna navdarê rikeberê Kremlinê Aleksey Navalnî bi tohmeta "tundrewiyê" tawanbar kir û biryara girtina wê da dema vegere welêt.

, ku êdî ne li Rûsyayê dijî, soz da ku peyama mêrê xwe bidomîne, yê ku Sibata borî di zindaneke Kremlînê de mir, ew niha serokatiya tora "dijî gendeliyê" dike ku ji aliyê hevjînê wê ve hatbû damezrandin.

Moskow di sala 2021ê de tora Navalny ya dijî gendeliyê û her saziyeke girêdayî wî be qedexe kirbûn û karmend û çalakvanên di wan saziyan de dixebtîn weke "terorîst" bi nav kiribûn.

Di bersiva nûçeya biryara girtina wê xanim Navalnaya got: "Vladimir Putin kujer û sûcdarê şer e", wî dîsan got ji ber ku "cihê wî girtîgeh e, lê ne di zîndaneke rihet de û televîzyonek li Den Haagê (Dadgeha Cezayê ya Navnetewî), lê di heman hucreya teng ku bi 1x3 metre bû, ku Alexei tê de hat kuştin."

Serokê Rûsya berî niha mirina Navalny wek "maxibin bo wê bûyerê" bi nav kiribû û dîsan gotibû ku "ew amade ye di berdêla girtiyên Rûs yên di destê Rojava de wî azad bike."

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2020'an de, Navalny di gera xwe ya Sîbîryayê de bi jahra nervê ya cureya leşkerî hatb[ jehirdan û bi awayekî mucîzeyî zindî ma. Rayedarên rojavayî wê demê ev jehirdan weke hewldana dewleta Rûsî ya kuştina Navalny lîderê opozisyonê bi nav kirbû.