YSK Hinceta Betalkirina Hilbijartinên Stenbolê Eşkere Kir

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê hinceta betalkirina hilbijartinên herêmî yên Stenbolê eşkere kir.

YSK’ê dîyar kir ku serok û lijneya 754 sindoqan dijî qanûnê ji kesên ne karmend hatine bijartin û vê yekê jî bandor li ser encamên hilbijartinê çêkiriye.

Di biryarê de hat gotin ku 706 kesên ku mafên wan yên dengdanê tune deng dane.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de berbjiarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu, ji berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim 13,729 deng zêdetir sitandibû û bi ser ketibû.

Li ser daxwazên pêdeçûnê yên AKP’ê, YSK’ê hilbijartina 31’ê Adarê ya Stenbolê betal kiribû.