Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) ragihand ku jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê li derveyî welêt heta niha pirtir ji 1 mîlyon kes deng dane.
YSK di rojên borî de dîyar kiribû ku li 73 welatan, li 156 cîhên gumruk û nûnertîyan sindoq hatine danîn.
Dengdana li derveyî welêt di 27’ê Nîsanê de destpê kir û dê li nûnertîyan heta 9’ê Gulanê bidome.
Li derîyên gumrukan dengdayîn di di 14’ê Gulanê, de di saet 17:00 de bi dawî dibe.
YSK dabû zanîn ku li derveyî Tirkîyê 3,416,098 hilbijêr hene ku 1,501,152 ji wan li Almanya, 397,086 li Fransa û 286,753 hilbijêr jî li Holanda ne.
Jêder: YSK