Li Tirkîyê % 99 ji Sindoqên Hilbijartinên Herêmî Vebûne

Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku 99,99 ji sedê sindoqên hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê vebûne.

Yener da zanîn ku rêjeya beşdarîya li hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê 78,11 ji sedê ye.

Li gor ragihandina Yener, ji 81 bajaran Partîya Gel ya Komarî (CHP) 35, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 24, Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 10, Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) 8, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 2, Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) 1 û Partîya Baş (ÎYÎ Partî) 1 bajarvanî bi dest xistine.

Ji bajarên mezin, CHP’ê li 14’an, AKP li 12’an, DEM Partî li 3’yan û YRP jî li 1’ê bi ser ketine.

Li 878 bajarokan, AKP 324, CHP 322, MHP 110, DEM Partî 54, YRP 37, Partîya Baş 23, BBP 12 bajarvanî bi dest xistine.

Ajansa Anadolu radigihîne ku li seranserê Tirkîyê CHP’ê 37,74 ji sedê dengan, AKP’ê 35,49 ji sedê dengan, YRP’ê 6,19 ji sedê dengan û DEM Partî jî 5,68 ji sedê dengan sitandine.

Encamên ne piştrastkirî nîşan didin ku AKP piştî desthilata pirtir ji 20 salan cara pêşî di hilbijartinekê de dibe partîya duyê.