YRP Dibêje Agahîyên Ser Piştgirîya jibo AKP'ê Ne Rast In

Berbijarê Bajarvanîya Stenbolê yê Partîya Jinûve Refah (YRP) Mehmet Altinoz îro Duşemê ragihand ku îdiayên ser piştgirîya wan ya jibo AKP’ê ne rast in.

Altinoz got ku wan berbjarên xwe yên li seranserê Tirkîyê ragihandine û ew êdî nikarin bi ti partîyê re hevkarîyê bikin.

Parlamanterê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Resul Tosun îdia kiribû ku YRP wê demeke kin berî hilbijartinên hêrêmî berbijarên xwe yên li bajarên mezin vekişîne û piştgirî bide AKP’ê.

Tosun gotibû ku wî agahî ji jêderên payabilind yên YRP’ê sitandiye ku ew partî wê berbijarên xwe yên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jibo AKP’ê vekişîne.

Stenbol, Enqere û Îzmîr di destê Partîya Gel ya Komarî (CHP) de ne û tê zanîn ku li ser daxwaza Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, AKP bi taybetî hewil dide Stenbolê jinûve bistîne.

Berbijarê AKP’ê yê jibo Bajarvanîya Stenbolê Murat Kurum e û li hember wî berbijarê CHP’ê jinûve Ekrem Îmamoglu ye.

CHP’ê û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo hevkarîyê danûstandin kirin, lê tifaqa wan tenê jibo Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hatibû ragihandin.

Berbijarên DEM Partî yên jibo Bajarvanîya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê zanîn, li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilata AKP’ê piştgirî dabû berbijarên muxalefetê.

Jêder: Artı Gerçek