Berdevkê YPG'ê Mahmud: Heta Niha Peymaneke ligel Rejîmê Tuneye

Yekêneyên Parastina Gel (YPG) îro Yekşemê red kir ku peymanek ligel artêşa Sûrî hatiye girêdan ku leşkerên Sûrî werin Efrînê û sînorên xwe li dijî Tirkîyê biparêzin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mahmud ji Reutersê re got ku heta niha peymanek tuneye.

“Me bang li artêşa Sûrî kir ku were Efrînê û tixubên xwe biparêze,” Mahmud got.

Tirkîyê gotibû ku ger artêşa Sûrî têkeve Efdrînê, ewê şerê wê bike.