Polat Can: YPG bi Fermî û Bê Navbeynkar ligel Koalîsyonê Dixebite

Jina Kurd Kiymet Ergun li Sirucê êrîşên esmanî yên ser armancên DAÎŞ pîroz dike 3, 2014

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Polat Can, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser rewşa Kobanê û pewendîya wan ya ligel koalîsyona navnetewî ya dijî DAÎŞ agahîyên pir girîng dide.

Birêz Can dibêje, YPG û koalîsyon hevkarîyeke dîrek û fermî dikin û êrîşên esmanî yên koalîsyênê jî bi agahîyên wan têne kirin.

"Hêzen me yên taybet li Kobanê û bajarên din hene. Ew agahî dişînin Navenda Hevbeş ya Operasyonê û nûnerê YPG jî ew agahî dide koalîsyonê û êrîş têne kirin."

Can bi tundî red dike ku Amerîka hember alîkarîyê, hîn şert danaye pêş YPG.

"Îdîayên wiha bê bingeh in û bi sedemên sîyasî ne. Amerîka bê şert bi me re hevkarî dike jiber ku berxwedana Kobanê ji tevahîya cîhanê re hêza YPG îsbat kir."

Your browser doesn’t support HTML5

Polat_Can_Hevkari_Kobane