Yekîneyên Parastina Gel YPG îro Yekşemê got sê şervanên wan ên biyanî li Sûriyê hatin kuştin, du ji wan li Efrînê.
Li gor YPGê, yek ji wan Frensî ye bi navê Olivier Francois Lean Le Clainche, 41 salî ye; yek Spaniye bi navê Samuel Prada Leon, 25 salî ye; û yê sêyem Holendiye bi navê Sjoerd Heeger, ku ew jî 25 salî ye.
YPGê got Le Clainche û Leon roja 10 vê mehê di pevçûnên eniya Cindirêsê de hatin kuştin, ku niha li wir Tirkiyê operasyoneka leşkerî dijî hêzên Kurdên Sûriyê birêve dibe.
YPGê dibêje ew herdû şervan di havîna sala 2017an de tevlî şerê dijî Daişê bûn.
Daxuyaniya YPGê got Heeger roja 12 mehê li bajarê Dêrazorê di şerê dijî Daişê de hate kuştin.
Tê zanîn bi sedan şervanên biyanî li gel YPGê şer dikin li Sûriyê.