Fermandariya Hêzên Parastina Gel (YPG) îro roja Înê piştî ragihandina tam hefteyekê ji biryara agirbestê ya ku, roja 27î Sibatê hatî ragihandin, raporek weşand, di raporê de YPG hind grupên opozisyona Sûrî bi binpê kirina agirbestê tawanbar kirin.
Ajansanên Cîhanî û Çavdaêriya Sûrî ya mafên mirov dîsan cih dabû rapora YPGê ya binpêkirinên agirbestê, Dengê Amerîka Pişka Kurdî dîdarek li gel peyvdarê fermî yê YPG birêz Rêdûr Xelîl encam da.
Xelîl da zanîn ku hind grupên girêdayê opozisyona Sûrî, li herêma Şêx Meqsud û hin herêmên Efrînê êrîşî kurdan dikin, ji roja agirbest 27î Sibatê heya niha ew grup agirbestê binpê dikin, weke Rêdur Xelîl dibêje.
Hevpeyvîna bi Rêdûr Xwelîl re
Your browser doesn’t support HTML5
Dengê Amerîka xwest nerînên opozisyona Sûrî bizane, dîdarek li ser heman mijarê li gel birêz Hewas Xelîl, endamê komîta Siyasî ya opozisyona Sûrî encam da, opozisyona ku, ji aliyê Tirkiyê û Erebistana Saudî de, tê piştevanî kirin.
Birêz Hewas xelîl da zanîn ku raste ji roja yekê heta niha li gelek ciha agirbest hatiye binpêkirin, lê piranî ji aliyê çekdarên Daiş û El-Nusre de hatine kirin, raste hind grup liser navê opozisyonê pêgirî bi agirbestê ne kirin e, lê divê opozisyon lîsta grupên çekdar yên girêdayî wê zelal bike.
Hevpeyvîna bi Hewas Xwelîl re, endamê komîta Siyasî ya opozisyona Sûrî û Sekirterê tevgera çaksaziya guhdarî bike kurd li Sûriyê, guhdarî bike.
Your browser doesn’t support HTML5