Berdevkê YPG yê li Kobanê Şoreş Hesen Rewşa Heyî Dinirxîne

Şervanên YPG li Kobanê

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Berdevkê YPG li Kobanê Şoreş Hesen şerê berdewam li bajarî dinirxîne û dibêje ew pêşdeçûna xwe gav bi gav didomînin.

Hesen dide zanîn ku berdewam hêzên piştgir ji Dewleta Îslamî re tên, lê li hember serketina YPG hemî hewilên wan têk diçin.

"Em ne tenê êrîşên çeteyên DAÎŞ têk dibin, herwiha deverên nû ji wan çeteyan paqij dikin. Ew êdî bûye standarda me û heta bajar hemî paqij bikin, emê şerê xwe bidomînn."

Hesen balê dikşîne ser êrîşên esmanî û dibêje ew êrîş heta niha 95 ji sedê giheştine armanca xwe û roleke girîng lîstine.

Berdevkê YPG êrîşên terorîstî yên li Fransa jî şermezar dike û dibêje ew wek YPG di enîya pêşîn ya şerê dijî mirovahîyê de cîh digirin.

"Divê Fransa û cîhan gîş bizane ku şervanên YPG li Kobanê li hember heman dijminî şer dikin. Loma jî, divê di serî de Fransa, hemî dewletên cîhanê piştgrîya me bikin."

Your browser doesn’t support HTML5

Şoreş_Hesen_1_14_15_RR