Piştî di rojên derbasbûyî de, çekdarên Daişê li başûrê Kobanê şikestin xwarîn, hêzên Suriya Demokrat 100 gund û bendava Tişrîn ya stratejîk ji destên wan deranîn, ji doh û vir de çekdarên Daişê hewil didin, bi çekên giran cardin kontrola herêmên ji destayî bikin.
Liser vê mijarê peyvdarê Hêzên Suriya Demokrat (HSD) li Kobanê Şervan Derwîş jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da zanîn ku, Daişê tevî çekên giran û rewşa hewa ya xerab li herêmê bikar anîn da ku cihên jidest dayî vegerînîn, lê şikestinek mezin xwar, gelek kuştî dan û termên gelek kuştiyên xwe li liser erda şer bicî hiştin, herwiha gelek çek û termên kuştiyan ketin destên Hêzên Suriya Demokratîk.
Şervan Derwîş herwiha dibêj, piraniya çekdarên Daişê di van êrîşan de, çekdarên biyanî bûn yên ku ew dibêjnê (Muhacirîn).
Temamiya Hevpeyvînê di fayla Deng de heye.
Your browser doesn’t support HTML5