Karînerên Înternetê li Rûsya Dibêjin YouTube Naxebite

Servîsên şopandina înterneta Rûsya ragidihînin ku di karanîna YouTube de, ku platformeke vîdyoyan e, bi hezaran kêşe hene.

Sboi.rf, ku servîsa şopandina înterneta Rûsya ye, dîyar kir ku ser karanîna YouTube bi hezaran kêşe hatine raport kirin.

Karînerên dibêjin ku di vê demê de ku karbidestên Rûsî rexneyên xwe yên dijî YouTubeê zêde kirine, ew bi tenê dikarin bi rêkên xetên taybet yên bi navê VPN têne zanîn bikevin YouTube.

Hin karînerên naxwazin navên wan eşkere bibin bi şiroveyan dîyar dikin ku YouTube naxebite.

Ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku nûçegihanên wê yên li Rûsya nikarin bikevin YouTube.

Platforma YouTube li welêt bi tenê ser hin telefonên mobîl vedibe.

Leza daxistinê ya di YouTube de di çend hefteyên dawî de bi awayekî berbiçav daketiye ku parlamanterên Rûsî ser vê rewşê xwedîya Youtube, Alphabet’ê tawanbar dikin.

Jêder: Reuters