Yoon Suk-yeol Bû Serokê Nû yê Koreya Başûr

Serokê nû Yoon Suk-yeol

Berbijarê konservatîf yê oposîzyona Koreya Başûrî Yoon Suk-yeol îro Çarşemê wek serokê nû yê wî welatî hate hilbijartin.

Yoon, ku 60 salî ye, wê jibo pênc salan seroktîya Koreya Başûr bike ku ekonomîya herî mezin ya çaran ya Asya ye.

Di hilbijartinê de opozîsyona serekî Partîya Hêza Gel, Yoon Suk-yeol bi % 48.6 beramber % 47.7 rêjeya dengan kandîdê Partîya Demokratîk Lee Jae-myung têk bir.

Yoon got ku ewê rêzê li qanûna bingehîn û parlamana welêt bigire û bi rikeberîyê re di nava ahengîyê de bixebite.