Cemîl Hewramî: Her Kesê Lîderên YNKê Jehirxwarî Kirbin Dê Bidin Dadgehê

Cemîl Hewramî serokê Komeleya pêşmergên Dêrîn yên YNKê

Serokê Komeleya Pêşmergên Dêrîn Cemîl Hewramî ku di heman demê de serkirdeyekê dêrîn yê Yekîtî Niştîmanî Kurdan e got, her kesekê dest di jehirdana berpirsên YNKê de hebe dê dibin dadgehê û tekez li ser wê yekê kir ku hevserokên YNKê Lahur Şêx Cengî û Bavil Talebanî bi tu awayî êdî dê nikarin di nava rêxistinekê de bi hev re kar bikin.

Di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka Cemîl Hewramî dibêje "Me weke pêşmergên dêrîn hewil da ku rewşa YNKê negihe vî astî, lê me nikarîbû çareser bikîn," niha mediya van pirsan mezin dike, niha tenê kak Bavil û Mela Bextiyar behsa jehirdanê dikin, lê behsa jehirdana sedan kesên din tê kirin, di nav de Şêx Caafar, Hakim Qadir û Mamosta Celal bi geşta Tirkiyê rabûne, lê li vê derê bi şêweke din behsa çûna wan ya Tirkiyê tê kirin."

Herwiha tekez li se wê yekê dike ku "Raste rewşa navxwe ya YNKê niha xerabe lê emê hiwl bidin, yekrêziyê biparêzîn da ku rewşa civakî têk neçe û xelk ji nerihetiyê rizgar bibe."

Derbarê jehirdana lîderên Yekîtî Niştîmanî Kurdistanê, Cemîl Hewramî got "Her tiştê dadgehê biryarê da. Dê pê bawer bim, nek tenê jibo mela Bextiyar, ku pêşmergê salên 1976ê bû û yeke ji damezrênerên Komelê ye, eger ku welatiyek jî bihê jehirdan, me pê nexweşe, dadgeh her kesekî weke tawanbar destnîşan bike, ezê ji aliyê xwe de wî şermezar bikim, Mela Bextiya axift û belge nîşan dan, dê bimîne li ser biryara dadgehê û ya YNKê."

Serokê Komela Pêşmergên Dêrîn Cemîl Hewramî zelal kir ku partiya wan ji aliyê siyasî ve nikare tu tawanbaran siza bide, lê dikare şikayeta xwe bibe dadgehê li dij wî kesê ku mela Bextiyar gomana li ser heye, ku jehirxwarî kirîye."

Cemîl Hewarmî weha dibîne ku dê ne mumkin be êdî Bavil Talebanî û Lahur Şêx Cengî bi hevre rûnin, ew tiştê hatî kirin yê wê yekê nîne ku car din rûniştin di navbera wan de pêk bihê.

Li dawiya hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re, Cemîl Hewaramî îşaret bi wê yekê da ku Encûmena Berjwendiyên YNKê dê rûnin û têbîniyên xwe derbarê siberoja YNKê û çaksaziyên di nava organê û hikûmetê de gotûbêj bikin û dê beşdariyek ji caran çalaktir hebe û got "Raste kak Kusret û Hêro Xanim di nexweşin, lê piranî mane û diakrin karê xwe bikin."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Kerkukê 14 11 2021