Dr. Yildirim dibêje ku hukûmet nizane çawa serederiyê bi coronavirusa nû re bike
Li roja Duşemê Brîtanya xwe ji tevaya Ewropa gutkir û sinûrên xwe girtin ji tirsa belavebûna regezek yan nifşek dî nû yê Coronavirus. Ev bêserûberî dibe çend rojan berî ku Birîtaniya ji Yekîtiya Ewrûpî derkeve.
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Dr. Ali Kamal Yildirim, bijîjkek rûniştvanê Londonê dibêje ku hukûmet nizane çawa serederiyê bi coronavirus-a nû re bike. Dr. Ali got jî dema ku xelkê Londonê şepirze û bêzar dibin ji ber regezek nû ya koronavirus, bandora Brexitê li sûkê û bazaran heye û bi taybetî kêmbûna xwarinê.
Your browser doesn’t support HTML5