Êzîdîyên li Amerîka Dijî Kompanîya Lafarge ya Fransî Doz Vekir

Bi sedan Êzîdî yên Amerîkî, bi rêberîya Nadya Murad roja Pencşemê li dadgeha federalî New Yorkê dijî kompanîya çêkirina çîmentoyê yê Fransî Lafarge dozek vekir ku kompanîyê bi alîkarîya çalakîyên terorîstî yên koma çekdar Dewleta Îslamî (DAIŞ) re tawanbar dikin.

"Lafarge alîkarî û piştgirî da kiryarên terorîstî yên DAIŞ’ê yên navneteweyî û hevkarî bi wan re û navbeynkaran re kir. Divê ew tazmînat bidin kesên rizgarbûyî," di doze de tê gotin.

Parêzera mafên mirovan Amal Clooney û dîplomatê berê yê Amerîkî Lee Wolosky nûnertîya doza Êzîdîyan ya dijî Lafarge dikin.

Tevahîya Êzîdîyên ev doz vekirine welatîyên Amerîkî ne û herwiha ew û malbatên xwe rizgarbûyî yên ji tundîya DAIŞ’ê ne.

"Tiştekê sosret e ku kompanîyek cîhanî ya pêşeng bi DAIŞ re xebitî dema ku DAIŞ sivîlên Amerîkî darve dikirin û dijî Êzîdîyan jenosîd pêk dianî," Clooney got.

DAIŞ’ê di 2014’an de bi êrîşa ser welatê Êzîdîyan Şengalê dest bi tundîya xwe ya li Îraq û Sûrîyê kiribû.

Amerîka di 2016’an de dîyar kiribû ku DAIŞ’ê dijî Xiristiyan, Êzîdî û Misilmanên Şîa jenosîd pêk anîye û li Amerîka ew kom wek rexistineke terorîst destnîşankirî ye.

Lafarge di Cotmeha sala borî de li dadgeha Amerîkî tawana xwe qebûl kir ku wê pere daye DAIŞ’ê ku bikaribe li Sûrîyê karên xwe bidomîne.

Lafarge razi bû ku di çarçoveya peymana bi wê dadgehê de, 778 mîlyon dolarî wek cezayê diravî bide.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di 2016’an de ragihandibû ku DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê dijî Êzîdîyan jenosîd pêk anîye ku vê kêmanîya olî ya bi 400 hezar kesan, bi rêka kuştin, koletîya seksî û tawanên din tune bike.

Nadya Murad ku rizgarbûyî ya DAIŞ’ ê ye, di 2018’an de jiber hewlên xwe yên bo dawîanina koletîya seksî Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirtibû.

Murad dibêje ku DAIŞ’ ê hemû kiryarên hovane di bin zanabûn û piştgirîya kompanîyên hêzdar yên mîna Lafarge de pêk anîne.

Jêder: Reuters