Qerebukirina Êzdiyên Amerîkî ji Perê Cezakirina Şirketeke Fransî

Tîmê fêrma parêzer û kesayetî ya nêvneteweyî Emel Kilûnî dest bi tomarkirina keysên wan Êzdiyan kiriye kû zerermendên karên tîroristî yên Komela Dewleta Îslamî DAIŞê ne bi mebesta qerebûkirina wan ji wî qederê parê (777.78 Milyon dolarên) sirrkirî yê şirketeka bingeh li Fransa kû bertîl dane DAIŞê jibo kû karê saziyak Cîmentoyê li devera Celabiye li Sûriyê, asteng neke.

Li 18 meha 5 Gûlana 2022ê bû, dema Dadgeha Temyîzê li Parîs, Fransa yê tawanên dijî şirketa Fransî ya fireneteweyî LafargeHolcim SA (Lafarge) piştraskirîn. Ew 4 sal bûn Lafarge hatibûn tometbarkirin kû 15.5 milyon dollar dane DAIŞ û Cebhet al-Nessre û bazirganî bi wan re kiriye. Dadgeha Fransî got, Lafarge û çendîn berpirsên wê tawanbarin bi beşdarî û çavgirtinê li tawanên dijî mirovaniyê kû ji aliyê DAIŞê ve hatîn encamdan.

Wezareta Dad ya Amerika jî li 18 Cotmeha 2022 ragihandinek li ser malpera xwe ya fermî weşand, “piştî yek ji şirketên mezin yên dirustkirina kerestên avakirinê pênasîn bi tawana xwe kirî kû di 2013-2014 ê de, wê alîkariyên diravî dane DAIŞ û Cebhet al-Nassra, Dadgeha Ceza ya New Yorkê şirketa Lafarge bi 777.78 milyon dollaran ceza kir.”

Heyder Elyas rêveberê Rêkxistiya Yazda gote Dengê Amerîka kû ew 777.78 Milyon dolarên sirrkirî û milk û samanê şirketê li cem hikumeta Amerîkî dê bi tenê ji welatiyên Amerîkî re be kû di wan salan de ber zirar û ziyan karên wan komelên tîrorist ketine. Wî got, “du xal di qazanca Êzdiyan de ne, yek ew hevwelatiyên Amerîkî ne û maf heye daxwaza qerebukirinê bikin, xala duwem jî ewe dema malbatên Êzdiyên Amerîka bi yek keysa bi hêz herin dadgehê şansê wan baştire çinkû her kes dizane kes û karên wan hatin kûştin û birîndar kirin, hatin revandin, rastî teadayî seksî bûn, milk û samanê wan hat talan kirin.”

Eger çî tîmê fêrma parêzera navdara nêvneteweyî Emel Kilûnî naxwaze bi fermi rabigehîne, lê ev çend rojin li bajarê Lincoln yê wîlayeta Nebraska ya Amerîkî hevdîtina bi wan Şengaliyan re dike ku ber bi zirarên mirovî, darayî û derûnî ketine ji encamê karên tîroristî yên DAIŞ ji sala 2014ê were.

Ew Şengaliyên li Nebraska bi tîmê Kilûnî re hevdîtin kirine dibêjin, wan bawerî heye kû fêrma Emel Kilûnî dê keysek bihêz ya Êzdiyan jibo wergirtina qerebuya ziyanê ji wan peran, ava bike, lê dê bi salan vekêşe. Ew dibêjin, jiber kû DAIŞ bi xwe pênasîn bi cenosayida Êzdiyan kirye doza Êzdiyan li wan dadgehan dê tûkemtir be.

Heyder Elyas, kû maf heye daxwaza qerebukirinê bike, çinkû li roja DAIŞ êrîşî Şengalê kirî birayekê wî kuşt û malbata wî rastî ziyanek mezin buye. Ew dibêje, her kesekê Amerîkî dikare doza qerebûkirina ziyana xwe ji encamê şerê DAIŞê li çend dadgehên Washington û New York ê veke û eger dozger birayarê bide kû raste ew zirar û ziyan bi wî kesî ketiye, û ka çendê mezine, li gora wê dê beşekî ji wî 777.78 millyon dollaran bigire.

Piştî biryara dadgeha Fransî, rojnameya New York Times nivîsî kû lêkolîneka dadweriya Fransî eşkerekiye kû ji 2012 heta 2014 Lafarge di rêka beşa xwe ya li Şamê re, 13 milyon yoro (nêzîkî 17.5 milyon dolar dane çend komelên çekdar, DAIŞ yek ji wan bû. Dahatê Lafarge li wî demî bêtir ji 70 millyon dolaran bû.

Your browser doesn’t support HTML5

DS_05_24_2023_Heyder Elyas