Germahî û Şewatên Daristanan Ziyanek Meizn Daye Rewşa Geştyariyê li Başûrê Ewrupa

Yûnanistan yek ji wan welatên ku rastî metirsiya şewata daristanan û germehiya keşûhewayê dibe û rewşa geştiyariyê li wir xistiye bin ziyanek mezin.

Girava Rodosê ya yûnanî yek ji wan cihên ku salane bi hezaran geştiyar xwe lê digrin û serdana wê dikin, lê ew rastî şewatek mezin û wêran bûye û piştî 11 rojan ji şewatên daristanî , ew nih birînên xwe derman dike.

Ji ber vê şewatê 20 hezar geştiyar ji wir reviyan û cihên xwe vala hiştin ku ziyanek pir mezin gîhand abûriya Yûnanistanê ku 20% jê ji vê Giravê tê.

Abûrînas û karbidestên hikûmetê rewşa heyî dixwînin û amadekariya xwe dikin bo paşeroja geştiyariê li vî welatî ku piraniya abûriya wê li ser geştiyariyê ye piştê van şewatên wêran.

Ne tenê li wir ev şawat bûye lê Italiya û Spaniya jî ketine bin metirsiya şewatên daristanî û germehiyê ku rêja geştyariyê li van welatan pir nizim bûye li gorî salên berê.

Hêjaye gotinê ku abûriya piraniya welatên deryaya spî li başûrê Ewrupa bi awayekî giştî li ser geştyariyê ye.

jêder: AP