Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar şeva Çarşemê got ku ewê di bin navê Partîya Kesk ya Çep (Yeşil Sol Parti) têkevin hilbijartinan.
Hevserokê HDP’ê gotibû ku jiber ku doza girtina partîya wan li pêşîya wan gefeke mezin dimîne, wan biryreke wî rengî daye.
Sîyasetvan Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş piştgirîya biryara HDP’ê ya beşdarbûna hilbijartinê ya bin navê Partîya Çep ya Kesk kir û got ku gel wê xwedî li wê partîyê derkeve.
Endamê Desteya Rêvebir ya Partîya Çep ya Kesk, Mehmet Nurî Ozdemîr ji Dengê Amerîka re got ku ew amade ne ku têkevin hilbijartinê.
“Me îşev baş fem kir ku ti kes nikare pêşîya îradeya gel bigire, meriv nikare bi hinek qanûnan pêşîya gel bigire jiber ku girtina partîyan ti çareserî bi xwe re nayîne.”
Ozdemîr dibêje ku barê HDP'ê barê wan e loma ewê hilbijeran bê alternatîf nahêlin û piştgirîya demokrasîyê bikin.
“Em nahêlin ku gelê Kurd û hemî gelên bindest bê tercîh bimînin. Em hêvîdar in ku gelê me jî bi xwedîderketineke xurt li kelêka me bisekine û van lîstikan vala derxîne.”
Your browser doesn’t support HTML5