Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Berevanîya Erkdarkirina Qayuman Dike

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya li ser pirseke derbarê erkdarkirina qayuman dîyar kir ku ewê nehêlin ku hin alî dijî demokrasîyê kemînan deynin.

Yerlîkaya dîyar kir ku divê bajarvanên hilbijartî propagandaya rêxistina terorê nekin.

‘’Bajarvanekî bi dengan hatiye hilbijartin divê ne endamê rêxistineke terorê be û divê propagandaya rêxistina terorê jî neke. Demokrasîya welatê me ne bê parastin e,’’ wî roja Pêncşemê got.

Wezîrê Tirk derbarê qayumê dest danîye ser Bajarvanîya Colemêrgê ya di destê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de got ku qayum bê sedem dest danayîne ser bajarvanîyê.

Serokê Partîya Tevgere Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ku hevbendekî nêz yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê ye dîyar dike ku divê 30 bajarvanên din yên DEM Partî ji kar werin dûr xistin.

Li ser pirseke derbarê gotinên Bahçelî yên ser qayumên nû Yerlîkaya got ku ew niha nikare hejmarekê bide.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan vê hefteyê li navenda CHP’ê kom bûn.

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku Ozel di wê civînê de ji Erdogan re gotiye ew dijî erkdarkirina qayuman disekinin, lê serokê welêt gotiye ku ew berevanîya sîstema qayuman dikin.

Karbidestên DEM Partî dibêjin erkdarkirina qayuman binpêkirina demokrasîyê ye û bang li partîyê Tirkîyê dikin ku dijî erkdarkirina qayuman dengên xwe bilind bikin.

DEM Partî îro Pêncşemê dijî qayumê dest danîye ser Bajarvanîya Colemêrgê li bajêr mîtîng û meşek lidar xist.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari di mîtîngê de ser erkdarkirina qayuman got ku ew derbeyeke leşkerî ye.

Hatîmogullari dîyar kir ku şaredarî yên gel in û got ku ewê nehêlin ku ew werin xesp kirin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, Gazete Duvar, NTV