Di Pevçûnên Navbera Hikûmeta Yemenê û Husîyan de 50 Kes Hatine Kuştin

Çekdarên Husîyan, Sana Yemen (Arşîv)

Karbidestên ewlehîya Yemenê îro Sêşemê ragihand ku, di encama pevçûnên dijwar yên di navbera cûdaxwazên bi piştgirîya Emîratan û hikûmeta bi navneteweyî ya naskirî ya welêt yên li başûrê Yemenê de, di vê hefteyê de ji her du alîyan nêzî 50 çekdar hatine kuştin.

Zedebûna pevçûnên li herema Abyan, li peymana agirbestê ya ku ji hêla Erebîstana Saûdî ve bi armanca bidawîkirina nakokîya di nevbera her du alîyan de ya di derengîya sala 2019'an de hatibû ava kirin, darbeya herî dawî bû.

Aliyên pevçûnê, di koalîsyona bi piştgirîya Amerîka û pêşengîya Erebîstana Saûdî de cîh digirin û di nava vê koalîsyonê de ji 2015'an vir ve hemberî serhildêrên Husî yên ku ji hêla Îranê têne piştgirî kirin, şer dikin.

Di pevçûnên li Zînjîbar, paytexta eyaleta Abyan de, herî kêm 47 şervan hatine kuştin û dora 90 şervan jî birîndar bûn in, û herwiha karbidestan wek pevçûnên herî tund yên di mehên dawî de şirove kirin.

Şerê di navbera hikûmeta Yemenê ya bi navneteweyî ya naskirî û cûdaxwazên Konseya Demkî ya Veguheztînê ya Başûrî di Tebaxa 2019'an de dest pê kir.

Payîza borî, her du alîyan li paytexta Erebîstana Saûdî Rîyadê peymana parvekirina desthilatdarîyê îmza kirin, lê peyman qet nehat bicîhkirin.

Konseya Demkî ya cûdaxwaz ku ji komek sîwanî ya milîsên ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî piştgîrîyê dide, pêk tê û Konsey jin û ve avakirina Yemena Başûr ya serbixwe serbixwe armanc dike, ku ji 1967'an heya dema yekbûna di 1990'an de hebû.

Pevçûnan di hindurê şerê navxweyî yê mezintir de enîyeke nû vekir, û hewildanên navneteweyî yên bo bidawîkirina pevçûnên Yemenê avakirina peymanek aştîyê ya berfirehtir, tevlîhev kir.

Şerê li welatê herî xizan yê cîhana Erebî di sala 2014'an de, dema ku Husîyan paytext û piranîya bakurê welat bi dest xwe xist, derket.

Piştî dema bi mehan ,Koalîsyona bi pêşengîya Saûdîyan, biryar da ku desthilatdarîya hikûmeta Serokê Yemenê Ebîd Rebbo Mensûr Hadî jinûve damezrîne dijî Husîyan dest bi destwerdana leşkerî kir.


Şerê li Yemenê krîza mirovahiyê ya herî xirab ya cîhanê derxist holê, bi mîlyonan kes jiber kêmasîyên xwarin û bijîşkî di nava rewşa gelek xirab in û herwiha êşên giran dikşînin.

Di şerê navxweyî ya Yemenê de , heya niha tevî çekdar û sivîlan zêdeyî 112.000 hatine kuştin.