Di Şerê Navbera Hêzên Hikûmetê û Serhildayan de Pirtir jî 20 Kes Hatin Kuştin

Karbidestên Yemenî dibêjin, di şerên navbera hêzên hikûmetê û serhildayan de bi kêmî ve 26 çekdar îro Duşemê hatin kuştin.

Jêderên leşkerî ji ajansa AFP re ragihand ku hêzên hikûmetê dest bi operasyoneke nû kir ku bajarê Sarwah ya rojhilata Yemenê, ku bi petrolê dewlemend e, kontrol bike.

Heman jêder got ku tenê beçeke biçûk ya herêma Marib di destê serhildayan de maye.

Wî da zanîn ku di êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Saudî de 16 serhilda hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Di pevçûnan de herwiha 10 leşkerên hikûmetê hatin kuştin, 12’yên din jî birîndar bûn.