Hêzên Girêdayî Erebistana Saudî Derbasî Firokxana Hodeida Dibin

Berpirsên Yemenî dibêjin hêzên ku Erebistana Saudî serkirdayetiya wan dike, derbasî firokxana bajarê Hodeida bûn.

Nivîsîngeha medya leşkerî ya Yemenê got hêzên hevalbend îro Şemiyê gihîştin firokxanê, ku roja çarem a helmeta koalisyonê ye ji bo derxistina bajêr ji bin destê hêzên serhildêrên Şîiî ku bi navê Hosiyan tên nasîn.

Çavkaniyeka leşkerî ji ajansa Reuters re got wan hin dem divê da piştrast bikin ku çekdar û teqemenî di avahiyê de nînin.

Hodeyda cihekî girîng û stratejîk e, ji ber ku ew xala sereke ya derbaskirina alîkariyên mirovahî ye bo Yemenê.

Rêxistina mafê Mirov HRW doh Înê daxwaz ji Encûmena Ewlekariya Netreweyên Yekgirtî kir ku ji hemî aliyê şer re bêje ewê rastî cezayan bên eger riyên derbasbûna alîkariyên mirovahî bigrin.