IOM Dibêje Di Binavbûna Keştiyekê de li Yemenê 13 Kes Mirin

Wêne ji Arşîfê ye

Rêxistina Koçberîyê ya Navneteweyî (IOM) roja Yekşemê ragihand ku 13 kes mirin û 14 kesên din jî winda ne piştî ku keştîyek koçberan roja Sêşemê li nêzî Yemenê binav bûye.

IOM dîyar kir ku got, keştîya koçberan, ku tê de 25 Etîyopyî û 2 Yemenî hebûn, li beravên eyaleta Taîzê ya Yemenê li başûrê rojava bû.

Termên kuştîyan, 11 mêr û 2 jin, ji beravên Tengava Bab el-Mendab hatine derxistin, IOM got.

Tengava Bab el-Mendab di warê veguhestina kelûpelên cîhanî de, yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye.

Karbidestên IOM’ê got ku jibo dîtina kesên ku hîn winda ne, hewlên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Rexistinê herwiha eşkere kir ku ne dîyar e çi bûye sedema binavbûna keştîyê.

Di Tîrmehê de li beravên Taîzê ya Yemenê keştîyeke din ya koçberan noqî avê bû ku herî kêm 45 penaber tê de bûn û tenê 4 kes rizgar bûn.

IOM ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî ye, jimara koçberên ku di rêyên koçberîyê de dimirin yan jî winda dibin, dişopîne û tomar dike.

Li gor rexistinê ji 2014’an ve 2082 koçber mirine û winda bûne, li ser rêya ku ji rojhilatê Afrîqa û Kevana Afrîqayê ber bi welatên Kendavê ve diçe.

Jêder: Reuters