Hikûmeta Yemenê Vegera Xwe ya Edenê Paş Dixe

Berpirsên Yemenê dibêjin hikûmeta Yemenê neçar ma ku vegera xwe ya bajarê Edenê paş bixe û cudaxwazên başûrê welêt tawanbar dike ku ew riya wê digrin.

Demekê berê vê mehê rêkeftinek di navbera hikûmetê û cudaxwazan de hatibû îmzekirin ji bo bidawîanîna şerê di navbera wan de.

Li gor rêkeftina ku Erebistana Saudî navberî kir, di navbera cudaxwazên ku Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî piştgiriya wan dike û serokê Yemenê Ebid Rebbo Mensûr Hadî de, biryar bû ku hikûmet roja Sêşema borî vegere bajarê Edenê.

Cudaxwazan havîna îsal hêzên hikûmetê ji Edenê derxistin û bajar xist bin destê xwe.

Berpirs dibêjin cudaxwaz radestkirina avahiyên hikûmetê red dikine û doza komîtên hevbeş dikine.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Şerê di navbera hêzên hikûmetê û cudaxwazan de, şerê tevlîhev ê Yemenê hîn tevlîhevtir kiriye.