Yellen jibo Başkirina Peywendîyan Pêncşemê Serdana Çînê Dike

Wezîra Xezîneya Amerîkî Janet Yellen, di hewildana herî dawî ya bo xweşkirina peywendîyên sarbûyî ya dualî, roja Pêncşemê serdana Çînê dike ku ligel karbidestên wî welatî bicive.

Wezareta Xezîneyê do Yekşemê di daxuyanîyekê de got ku serdana Yellen di navbera 6-9 Tîrmehê de pêk tê.

Serdan ser daxwaza Serok Joe Biden jibo kûrkirina peywendîyan girêdayî pirsgirêkên geşepêdana darayî û aborîya cîhanî çêdibe.

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Xezîneyê roja Yekşemê ji rojnamevanan re got ku Amerîka peywendîyeke aborî ya saxlem ligel Çînê dixwaze û dîyar kir ku rawestandina bazirganî û weberhênanê dê jibo herdu welatan û aborîya cîhanî nearamîyê bîne holê.

Serdana Yellen tê piştî ku Wezîrê Derve Antony Blinken jî meha borî serdana Çînê kir, tê de wî û Serokê Çînê Xi Jinping lihev kir ku peywendîyên Amerîka û Çînê aram bikin û piştrast bikin ku cihên dijberîyê di navbera her du alîyan de nebe nakokî.

Karbidestekî payebilind yê wezareta xexîneyê got ku Yellen plan dike xembarîyên Amerîka derbarê qanûneke nû ya Çînê ya dijî sîxûrîyê, gotûbêj bike.

Yellen, di gotarekê de meha Nîsanê ya li Zanîngeha Johns Hopkins de gotibû ku wê tiştekî saxlem be ku têkilîyeke hebe ku geşepêdanê û afirandinê di navbera her du welatan de bi hêz bike.