Yekîtîya Afrîqî Endametîya Malî Jiber Derbeya Leşkerî Radiwestîne

Dîmeneke ji dema darbeya derbeya leşkerî ya li Malî Gulan,25,2021

Yekîtîya Afrîqî (YA) bi daxuyanîyekê ya roja Sêşemê ragihandbû ku endamtîya Malî jiber derbeya leşkerî ya hefteya borî ya li welat hatiye rawestandin.

Herwiha, Yekîtîyê got ku heke li Malî hikûmetek sivîl neyê damezrandin ewê dijî welêt toleyan ragihîne.

Konseya Aştî û Ewlehîya YA biryara xwe ya di derbarê Malî de, bi daxuyanîyekê ragihand "Yekîtîya Afrîqî banga vegerek ji bêaramî, zelal û bilez ya bo veguhestina sivîl dike. Heke nebe, Konse dê dudil nebe ku sizayên armanckirî bikar bîne," wê got.

Artêşa Malî hefteya borî serokê demkî Bah Ndaw û serokwezîr Moctar Ouane desteser kirin û zext li wan kir ku karvekişîna xwe ragihînin.

Ev derbeya leşkerî ya nû, piştî derbeya leşkerî ya di Tebaxa 2020'an de rêvebirîya berê têkbir û dema veguhestina bo hilbijartinên demokratîk carekê din hilweşand.

Cîgirê serokê berê Assîmî Goîta, albayekî ku derbeya Tebaxê û serîrakirina hefteya borî rêvebir, roja Înêyê wek serokê nû yê Malîyê hate dîyar kirin.

Welatên cîran yên Malî û hêzên navneteweyî bi fîkar in ku darbeya leşkerî ya dawîn, ewê soza kirina hilbijartina seroktîyê, bixe xeterîyê.

Hevdem, pispor jî dibêjîn ku dibe ku tekoşîna heremî ya dijî milîtanên Îslamî asteng bike, ku hin ji wan li bakurê çolên Malî ne. Hevalbendîya herêmî ya Afrîkaya Rojava ECOWAS jî roja Yekşemê endamtîya Malîyê rawestand.

Hejayê bal kişandinê ye ku Yekîtîya Afrîkî piştî darbeya Tebaxa borî jrî endamtîya Malî da b û rawestandin.

Lê, piştî ku dema veguhastina sivîl ji hêla serokên hikûmeta nû ya demkî hate eşkere kirin, endamtîya Malîyê jinûve bi bandor kiribû.

Yekîtîya Afrîkî piştî darbeya Tebaxa borî Malî da sekinandin lê piştî ku serokên hikûmeta nû ya veguhêz a ji hêla sivîl ve hate eşkere kirin piştî çend hefteyan welêt vegerand.