Di vê demê de ku hejmara kuştîyên li Sûrîyê giheştiye 100 hezar kesan, li herêmên Kurdan jî çend problem û tevlihevî hene.
Tê ragihandin li bajarê Amûde hin bûyer qewimîne û jimareke kes di encamê de hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Endamê Buroya Sîyasî yê Partîya Yekîtî ya Kurd li Sȗrîyê (Yekîtî) Abdulbaqî Yusif ser rewşa li wî bajarî diaxife.
Birêz Yusif dîyar dike ku di êrîşa PYD'ê de çend hevalên wan hatine kuştin û gelê Amûde jibo şermezerkirina PYD'ê li kolanan in.
Abdulbaqî Yusif dibêje, ji problemên heyî PYD berpirs e jiber ku xizmeta gel nake û planên rejîma Esed birêve dibe.
Yusif di dawîya axaftina xwe de dibêje, PYD zordarî li ser gel dike û azadîya wan sînor dike, lê ew nayê qebûl kirin.
Your browser doesn’t support HTML5