Bo cara yekê ye Festîvala fîlmên Kurdî li Stenbol tê encam dan, festîval dê bi pêşengîya "Mezopotamya Sînema” di navbera 06-10ê Adarê bi hezkirîyên sînemayê re werin cem hev.
Derhêner Huseyîn Tabak bi fîlma "Çîrkîn Kral Efsanesi", Sehîm Ömer Kalîfa bi fîlma "Zagros", Hûseyîn Hasan bi fîlma "Reşeba", Ender Ozkahraman bi fîlma "Zor bir karar" Veysî Altay bi belgefîlma “Bîr” (Kuyu). Herwiha ji Rojava jî filîm beşdar dibin, nêzîkî 30 fîlm di festîvalê de beşdar dibin û werin nîşandan.
Hemû fîlm dê li salona Mezopotamya Sînema de، werin nîşandan. Armanca mihrîcanê ewe ku sînemaya Kurdî pêş bikeve.
Ji Sînemaya Mezopotamya Derhêner Veysî Altay li ser mihrîcanê jibo Dengê Amerîka axifî.
"Bi taybetî temayek ya mihrîcanê tuneye. Jiber ku gelek fîlmên li Stenbolê nehatî nîşandan hene. Naverok û mijarên cûda cûda hene. Fîlmên li Rojhilat, Bakur, Başur, Rovaja, Ewrupa ji welatên din fîlm hene. Li bajarê Stenbol gelek Kurd dijîn. Vî demê dawî sînema Kurdî, fîlmên Kurdî ne tenê li Stenbol, li Tirkîye bi giştî qadeke nîşandan û rewacê nabîne, rewşa siyasî ya li wî welatî sedema herî li pêşe ku sînema Kurdî li Tirkiyê di rewşek ne baş de ye, li ser gelek fîlman sansûr heye, bi taybet li ser film û sînema Kurdî zêdetir heye.
Teybetmendîyeke din ya vê mihrîcanê dê 8 Adarê tenê filmên derhênerên Kurd werin nîşandan.
“Jiber ku 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê ye taybet fîlmên derhênerên jin dê wê rojê werin nîşandan. Dîsa rojên din jî filmên jinan dê werin nîşandan. Nêzîkî 30 fîlm hene, ji hejmara filmên beşdar derênerên 15’ jin in, yan jî naveroka wan filman li ser jina ye.”
Altay dibêje, jiber ku temaşavan êdi sînemaya Kurdî daxwaz dike û derhênerên sînemaya Kurd zêde dibin û qada sînemaya Kurdî mezin dibe êdî divê em sînemaya netewekê hêjî zêdetir pêş bixin.
Your browser doesn’t support HTML5