YE: Danûstandinên bi Îranê Dê Sêşemê li Vîyana Jinûve Destpê Bike

Alên YE û Îranê

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê bi daxuyanîyeke dîyar kir ku danûstandinên navokî yên navbera Washingtonê û Tehranê yên bo vegara peymana navokî ya 2015'an, ewê roja Sêşemê li Vîyana jinûve, destpê bike.

"Beşdarvan bi armanca îhtîmala vegera Amerîka ya peymana navokî û di derbarê awayê avakirina pêkanînek tevahî û bi bandor ya peymanê, dê nîqaşên xwe berdewam bikin, " YE got.

Îran û Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya li Vîyana civyan da ku li ser gavên bo vejîna peymanê pêwîst bike lihev bikin, ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump ve di 2018'an de yekalî vekişîyabû.
Jiber ku Îranê danûstandinên rasterast red kir, lîjneyeke Amerîkî li Vîyana li cîhek cûda dimîne, da ku nûnerên pênc welatan karibin di navbera her du alîyan de werin û herin.

Di du gerên pêşîn de, alîyên Ewrupî yên peymanê gotin ku wan pêşveçûn dîtiye lê pêdivî ye ku hêj bêtir xebat were kirin.

Ev daxuyanîya di derbarê çend danûstandinên bi armanca jinûve vegara peymana navokî ya navneteweyî ya 2015'an û herwiha bo razîkirina Tehranê ku binpêkirinên xwe yê di çarçevoya peymanê de bi dawî bike de agahdarîya herî dawî ye.