Borrell Dibêje Wan Navberek Daye Danûstandinên Vejandina Peymana Navokî

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE), Josep Borrell

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE), Josep Borrell îro Înê ragihand ku di danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya bi Îranê de navberek hewce bûye û danûstandin hatine rawestandin.

“Di danûstandinên Vîyana de jiber faktorên derve navbereke hewce kir. Belgeya dawî ya peymanê ya bingehîn amade ye û li ser maseyê ye, " Borell li ser Twitterê got.

Borell bi berdewamî da zanîn ku wek kordînator wê bi tîma xwe re, bi hemî alîyên peymana navokî (JCPOA ) û Amerîka re bo çareserîya rewşa heyî û temamkirina peymanê hewlên xwe bidomîne.

Wî sedema navberdayîna danûstandinan wek faktorên derveyî nîşan da, lê zelal nekir ku ew faktor çi ne.

Rûsya hefteya borî daxwaza garantîyê ji Amerîka kiribû û gotibû ku ger peymana navokî jinûve were kar anîn nabe ku toleyên Amerîka yên dijî Rûsya bandorê ser hevîkarîyên navbera Moskow û Tehranê bike.

Berdevikê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade di bersîva Borrell de got ku ev navberdayîn dibe ku bo çareserîya tevahîya pirsgirên mayî û vegereke dawîn ya ser maseyê pir giring be.