YE, Tirkîyê jiber Fişarên li Ser HDP'ê Rexne Dike

Josep Borrell

Nûnerê Bilind yê Sîyasetên Ewlekarî û Peywendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell derbarê zextên li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) daxuyanîyek belav kir.

Berdevikê Borrell, Peter Stano dîyar kir ku YE jiber zextên li ser HDP û endamên wê ketiye fikarên kûr.

Stano bal kişand ku li Tirkîyê di demên dawî de girtin çêbûne, bajarvanên hatine hilbijartin ji kar hatine dûr xistin, û dîyar kir ku parlamanê hewil daye ku parêzbendîya parlamanteran rake.

Wî dîyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (EHRC) bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biryara berdanê daye, lê Tirkîyê ew bernedaye û da zanîn ku piştî wê biryarê endamên wê partîyê jiber tawanên girêdayî terorê hatine desteser kirin.

Li gor daxuyanîyê, karbidestên YE’ê bang li Tirkîyê dikin ku mafên mirovan biparêze û bo sîstema demokratîk û azadîya birêxistinbûna sîyasî garantîyê çêke.