Balyozê Amerîka yê li YE'ê Gordon Sondland ji Kar Hat Dûrxistin

Gordon Sondland

Balyozê Amerîka yê li Yekîtîya Ewrupa (YE) Gordon Sondland ji kar hat dûrxistin.

Gordon Sondland di lêpirsîna ser împîçkirina Serok Donald Trump de dijî wî axifîbû.

Sondland ew agahîya ser dûrxistina ji kar bi daxuyanîyeke nivîskî bi xwe ragihand.

Wî jiber karê xwe spasî Trump û Wezîrê Derve Mike Pompeo kir.

Berî Sonland, karbidestê Konseya Ewlekarîya Neteweyî Alexander Vindman, ku ew jî di lêpirsîna împîçkirinê de dijî Trump axifîbû, ji kar hatibû dûrxistin.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Trump bi jikardûrxistina her du karbidestan ‘’tola xwe hildaye’’

Qesira Sipî ser bidawîkirina karê Sondland û Vindman hîn ti daxuyanî nedaye.