YE Dibêje Rûsya li Ukrayna Tawanên Şer Pêk Tîne

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa(YE) Josep Borrell

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa(YE) Josep Borrell îro Duşemê Rûsya bi pêkanîna sûcên şer yên li Ukrayna tawanbar kir.

Borrell bi taybet rewşa li bajarê benderê Mariupol şermezar kir û fikarên xwe anî ziman.

"Bajarê ku di bin dorpêça hêzên Rûsî de ye û heya niha bi sedan sivîl hatine kuştin û bi hezaran jî ase mane."

Borell berîya civîna wezîrên derve yên YE li Bukselê got ku tiştê ku li Mariupolê diqewime, sûcekî mezin ya şer e.

“Ew her tiştî wêran dikin, her kesî bi awayekî bêpîvan bombebaran dikin û dikujin. Ev tiştekî hovane ye. Hiqûqa şer jî heye, lê Rûsya tevahîya xalên exlaqî hinda kirine."

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku ji destpêka dagirkirina Rûsya vir ve- 24 Sibat 2022- nêzî çaryeka 44 mîlyon şênîya Ukrayna koçber bûne ku ji wan 3.4 mîlyon ku revîne derveyî welyane derveyî welêt.

NY herwiha dide zanîn ku li Ukrayna zêdetirî 900 kuştîyên sivîl yên pejirandî hene, lê hêjmara rastîn nayê zanîn.