YE Dixwaze Alîkarî Bişîne Koçberên ser Sînorê Belarûsê

Dîmeneke ji koçberên ser sînorê Belarûs û Polonyayê

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Çarşemê dîyar kir ku ewê bi bihayê 700.000 Euro xwarin, betanî û alîkarîyên din ji koçberên ser sînorê Belarûsê re bişîne.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen biryara alîkarîya bo koçberan ragihand û got ku girêdayê Lukashenko ye ku wê krîzê rawestîne ku Ewrupa bawer dike ku wî bi qestî afirandiye.

"Em amade ne ku hê zêdetir bikin. Lê divê rejîma Belarûs dev ji xapandina mirovan û xistina jiyana wan xeterîyê berde," Ursula von der Leyen got.

Biryara YE, piştî rexneyên bi sedema ku alîkarîya bi hezaran koçberên ku di nav daristanên cemidî de jiber dijminatîya rojhilat-rojava asê mane, pir hindik kiriye, hate ragihandin.

Her wiha, YE dibêje Mînskê bi hezaran koçber ji Rojhilata Navîn anîne da ku bihêle ew bi qaçaxî derbazî welatên YE bibin.

Hevdem, YE îda dike ku Belarûs bo tolhildana toleyên ku jiber binpêkirina mafên mirovan dijî wî welatî hatine ragihandin, zextê ser Ewropayê bike, ev reka şopandiye.

Belarûs gurkirina krîzê red dike lê dibêje ku ew nikare alîkariyê bike heya ku Ewrupa toleyên dijî Belarûsê yên sala borî ranekin.