Nûnerê YE'ê Dê bo Danûstandinên Peymana Navokî Serdana Îranê Bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêvebirê danûstandinên peymana navokî yên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê serdana Îranê bike.

Reutersê ew agahî ji zarê medya Îranê ya nîv-fermî Nour Newsê ragihand.

Li gor Nour Newsê, rêvebirê danûstandinên peymana navokî yên YE’ê Enrique Mora dê sibê Sêşemê here Tehranê.

Medya Îranê dide zanîn ku di hevdîtinên li Vîyana de hin kêşe nehatine çareser kirin û Mora û karbidestên Îranê dê ser wan mijaran danûstandinê bikin.